Sermilîsekî diyar ê “El-Emşat” li Lîbya hat kuştin

AFRINPOST-Taybet

Termên çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş Elwetenî Elsûrî, Ceyş Elhur” naskirî ne, bi şêweyekî domdar ji Lîbiya digihêjin Efrînê.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê teqez kir ku sermilîsekî diyar ê milîsên “Sultan Silêman Şah(El-Emşat) ” li Lîbya hat kuştin.

Nûçegihan diyar kir ku sermilîsê  bi navê “Ebû Kinc” di şerê li Lîbya li hemberî artêşa niştîmanî ya Lîbî de hat kuştin. Ew sermilîs ji bajarê Humsê ye.

Têkildarî wê nûçegihan destnîşan kir ku milîsan li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê konê sersaxiyê ji 3 çekdarên xwe yên ji Til Rifetê ku li Lîbya hatibûn kuştin, vegirtin û wiha dewam kir; roja Duşemê 25’ê Gulanê 2 termên çekdarên ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ku ji bajarê Humsê ne, li goristana taxa Zîdiyê hatin veşartin.

Her wiha navgînên ragihandinê jî 2 wêneyên zarokekî li Lîbya di şerê Terablusê de ku li kêlek milîsên hikûmeta Wîfaqê li hemberî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer dikir hatibû kûştin, pêşan dan.

Dîsa navgînên ragihandinê roja Pênşemê 28’ê Gulanê bi bîr xist ku Erdogan, sûd ji xizantiya malbata zarokekî Sûrî bi navê Îbrahîm Riya girt û ew beramberî hinek pereyan şand şerê Lîbya.

Related posts