AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” ku navenda wan li nêzîkî şirketa Kehrebê li taxa Eşrefiyê ye, dizî û talaniya hebûnên şêniyên taxê dewam dikin.
Nûçegihan diyar kir ku çekdaran tabloyên enerjiyê ji hinek malên welatiyên Kurd dizîn. Navên xwediyên malan wiha ne; Abdîn Ebû Mihemed(ji xwediyên pêwîstiyên taybet e), Mihemed Faris ji şêniyên gundê Mamila yê navçeya Raco û welatî Midewer ji şêniyên gundê Habo yê navçeya Mabeta ye.
Her wiha nûçegihan da zanîn ku çekdaran 3 malên ku niştedagîr lê dijîn û motosikleteke çekdarekî ji “polîsên leşkerî” jî dizîn.