Şêniyên gundê Birc Heyderê rê nedan ku niştedagîr mihên şivanekî Kurd bidizin

AFRINPOST-Taybet

Şêniyên gundê Birc Heyderê yê navçeya Şêrawayê li gundewarê Efrînê rê nedan ku niştedagîrên li gund mihekê şivanekî Kurd bidizin.

Nûçegihanê Afrînpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku beriya du rojan li gundê Birc Heyderê tevliheviyek derket ku niştedagîrên li gund hewl dan miheke şivanekî gund bidizin lê belê şivên ew red kirin û li wan dan.

Nûçegihan destnîşan kir ku niştedagîran hem jin û hem mêran êrîşî mala şivanê bi navê Ehmed Selûm kirin û wiha dewam kir; malbata welatî Selûm li pêşiya wan sekinî, piştre jî şêniyên gund piştgiriya wî kirin û ew red kirin. Piştî ku şêniyên gund li dora şivan kom bûn, niştedagîr tirsîn û vegerîn malên ku li gund dagir kirine.

Tê zanîn ku ev cara yekê ye ku şêniyên gund bi vî rengî û bê tirs li pêşiya niştedagîran disekinin. Beriya çend rojan ji vê bûyerê çekdarekî gotinên xerab û nebaş ji şivanekî din li gund re bi armanca arandina wî, gotin.

Beriya wê bûyerê jî şêniyên gund rastî gelek hemleyên revandinê ji aliyê milîsan ve hatin her wiha bêtirî nîvê şêniyên gund koçber bûne û nêzîkî 30 malbat niştedagîr jî li gund bi cî bûne.

Related posts