Bi dîmen…çekdarek û 2 zarok di pevçûnên di navbera milîsên “El-Hemze” û niştedagîrên ji Xûtayê yên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” de hatin kuştin

AFRINPOST-Taybet

Ji ber nakokiyên wan ên herêmkî car caran di navbera çekdarên milîsên Îslamî ji aliyekî ve û niştedagîrên ku ji deverên cuda yên Sûriyê hatine de dijberî û pevçûnên çekdarî derdikevin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku pevçûnên tund di navbera milîsên “El-Hemze” û milîsên “Ehrar El-Şam” de roja Pêncşemê piştî nîvro li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê rûdan, di encamê de çekdarek ji milîsên “El-Hemze” û 2 zarok hatin kuştin her wiha 10 kesên din jî birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku çekdarek ji milîsên “El-Hemze” bombedyeke destî avêt dikaneke bazirganiyê ya niştedagîrekî Xûtayî li nêzîkî navenda milîsên “Ehrar El-Şam”. Li gorî nûçegihan sedema wê vedigere ku dikandar razî nebû madeyên xwarinê bi deyn bide çekdar ku di encamê de komeke çekdar ji xûtaya rojhilat, di nava milîsên “Ehrar El-Şam” de cihê xwe digire, destwerdan kir û pevçûnan dest pê kir. Hêjî tansiyon di navbera her du aliyan de berdewam e û dengê fîşekan ji taxê tê û wiha dewam kir; milîsên “Ceyş El-Îslam” (Piranya wan ji gundewarê Şamê ne) li gel milîsên “Ehrar El-Şam” li dijî milîsên “Firqeya El-Hemze” (piraniya wan ji gundewarê bakurê Helebê ne) şer kirin.

Nûçegihan diyar kir ku di encama pevçûnan de her du milîsên “Ehrar El-Şam” û “Ceyş El-Îslam” du navendên leşkerî yên milîsên “El-Hemze” li nêzîkî avaniya asayîşê ya berê kontrol kirin û wiha dewam kir; milîsên “El-Hemze” hinek ji hêzên xwe ji gundê Maratê şandin Efrînê da ku destekê bidin çekdarên xwe li taxa Mehmûdiyê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku komeke çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” xwestin bi zorê dikana bazirganiyê talan bikin, xwediyê dikanê nehişt ji ber vê yekê çekdaran bombeyek avêt dikana wî ku piştre nakokî li nêzîkî kolana Raco ya bajarê Efrînê, veguherî pevçûnên çekdarî.

Li gorî Çavdêriyê, di encama pevçûnan de herî kêm 8 çekdar birîndar bûn lê zêde çekdarekî ji Xûtaya Rojhilat hat kuştin her wiha zarokek jî ji ber pevçûnan bû qurbanî. Piştî pevçûnê û heta niha li bajarê Efrînê rewşeke seferberiya di nav milîsan de heye û dilgiraniyek li nav niştedagîran ji milîsan çêbûye.

Related posts