AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarekî ji milîsên “Feyleq El-Ruman” ên ji gundewarê Şamê, maleke koçberekî Kurd li taxa Eşrefiyê ya Efrînê desteser kir, mal kir du parçe û jê parçeyek(şiqeyek) firot niştedagîrekî.
Nûçegihan diyar kir ku mala desteserkirî ya welatiyê Kurd ê bi navê Ebû Xelîl ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ye. Mal li nêzîkî baxçeyê Eşrefiyê dikeve û destnîşan kir ku di rojên destpêkê yên dagirkeriyê de mayînek li malê çandî bû bi 3 çekdaran de teqeiya û her sê çekdar kuştin lê zêde beşek ji malê rûxiya.
Piştî ku çekdar ji nû ve beşê rûxiyayî ji malê ava kir, mal dabeşî du beşan kir û beşek ji wê bi 800$ firot. Her wiha niştedagîrekî ji herêma Qelemon a gundewarê Şamê, mala welatiyekî Kurd ji gundê Kîmarê ku li heman herêmê(Eşrefiyê) dikeve bi 700$ firot niştedagîrekî din ji Idlibê.
Di vê çarçoveyê de li gorî agahiyên destpêkê, milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” herêma li jêr kontrola wan a li taxa Eşrefiyê difiroşin milîsên “Lîwa El-Mutesim” ku herêma milîsan ji firina “Cake” ya naskirî li ser otostrada Efrînê heta Qos û aliyê rojhilat ê bajêr e.
Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina prosesên standin û desteserkirin mal û milkên sivîlên Kurd de tê.
Bi bihaneya ku milîsan malên koçberên Efrînê ji xwe re veguherandin navendin leşkerî yan jî xwediyên
çekdaran ên niştedagîr tê de bi cî bûn, rê li pêşiya vegera sivîlên Kurd ji Efrînê re girtin.