AFRINPOST-Taybet
Derbarê guhertina demografîk û paqijkirina nijadî ya ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî li herêma Efrînê pêk tînin de, hêjî agahî û belge ji hundirê Efrînê tên.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ragihand ku dagirkeriya Tirkî bi rêya tundî û binpêkirinên ku milîsên wê dikin, bêtirî 91% ji şêniyên gundê Qestela Miqdad daye koçberkirin û li şûna wan malbatên niştedagîr ên gundewarê Hema, Hums, Heleb û Idlibê bi cî kirine.
Nûçegihan destnîşan kir ku tenê 35 mal ji bingeha 400 gund, Kurd lê mane ku di malên mayî de jî malbatên niştedagîr ên Xûtayî lê zêde rêjeyeke mezin ji malbatên Turkmen li malên koçberên Efrînê bi cî bûne.
Piştî ku dagirkeriya navçe dagirkir rasterast navê wê guherand û kir Selcûq Ûbasî lê zêde navên gelek gundên navçeyê kirin bi Tirkî û yên mayî jî weke ku çawa rêjîma Sûrî bi kar dianî, hişt.
Têkildarî prosesa guhertina demografîk li Efrînê, beriya demekê wezareta parastinê ya Rûsya weke yekem car ji dema dagirkirina Efrînê ve di 3’ê Adara borî de li ser zimanê serokê navenda Rûsî ya lihevanînê li Sûriyê, dagirkeriya Tirkî bi guhertina demografîk û bi cîkirina Turkmenan li herêmê tawanbar kir.
Wê demê navenda lihevanînê ya Rûsî balkişand ser rewşa koçberên Efrînê û got ku ji ber dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re derdora 250000 Kurdên Efrînê bi darê zorê koçber bûn, lê zêde 135000 kurd jî ji ber êrîşên dagirkirinê yên bi navê operasyona “Kaniya Aştiyê” dan koçberkirin.