AFRINPOST-Taybet
Artêşa dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, li bajarê Marê yê dagirkirî, zîndaneke taybet bo revandî û girtiyên Kurd ên ji herêma Efrînê veqetandiye. Milîsên dagirkeriyê li bajarê Marê dibistanek veguherandine zîndan.
Li gorî çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re ragihandine, zîndan bi navê Qela ye, ew li bakurê bajarê Marê yê dagirkirî li kolana Ferûh dikeve ku berê dibistaneke hîndekariyê bû.
Li gorî çavkaniyan niha di wê zîndanê de bi sedan ji Kurdan bi bihaneyên girêdana li gel YPG an jî berê alîgirtiya Rêveberiya Xweser li Efrînê dikirin, hene.
Çavkaniyan teqez kir ku dagirkeriya Tirkî di wê zîndanê de pîstirîn cureyên îşkenceyê û sûcan derheqê girtiyan de dike ku hem ji aliyê bedenî ve û hem jî ji aliyê derûnî bi rêya gotinên xirab ve îşkenceyê bi zîndaniyan dike û wiha dewam kirin; milîsên “polîsên leşkerî” zîndanê bi rê ve dibin.
Girêdayî heman çarçoveyê nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çarenûsa kalemêrê Kurd bi navê Şahîn Letîf Bexdadî 65 salî hêjî nediyar e ku ji rojên destpêkê yên dagirkirina Efrînê ve bi bihaneya girêdana bi hêzên Asayîşê re hat revandin. Berî ku welatî Şahîn were girtin karê avahîsaziyê dikir.