AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku istixbarata dagirkeriya Tirkî û sermilîsên Îslamî ji her çekdarekî ku tevlî şerê Lîbya dibe, pereyan(komisyon) distînin.
Sermilîsên Îslamî kumisyonê ango pereyan ji mûçeyên wan ku 2000$ e, qut dikin.
Çavkaniyan teqez kirin ku istixbarata dagirkeriyê 4000 L.T mehane ji her çekdarekî ku li Lîbya şer dike, distîne her wiha sermilîsên Îslamî jî 500 L.T ji giştî pereyên ku dibin 14000 L.T ango bi qasî 2000$ ji çekdaran dibin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “Sermerqend” 14 malbatên niştedagîr ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ji ber law û mêrên wan malbatan razî nebûn tevlî şerê Lîbya bibin, ew ji herêma Efrînê derxistin û ber bi Idlibê ve şandin.
Ji aliyekî din ve çavkaniyên taybet ji Afrinpostê re destnîşan kir ku yê zarok Ebdo Şêxo ji gundê Rûta revandiye û şand Lîbya yê bi navê Cîhad Ebû Xelef sermilîsê Semerqend e ku ji herêma Xab a gundewarê Hemayê ye.
Wê demê Şêxo bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir ku zarok wî Ebdo vegerînin malbata wî û destnîşan kir ku bavê wî nexweş e û diya wî jî pîrejine her wiha 5 xwîşkên wî hene.