Piştî 3 rojan ji revandina zarokan li Cindirêsê … Milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” îdîa dikin ku li nêzî sînor dîtin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn rola xwe ya sûcdar û kirêt di rijandina xwîna Sûrî û Lîbiyan de dewam dikin. Milîsên Îslamî wek çawa li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî beramberî pereyan şer kirin û rê ji dagirkeriya Tirkî re vekirin her wiha rewabûn danê, niha hewldanên xwe yên çekdarkirina welatiyên Sûrî da ku li Lîbya beramberî pereyan bidin şerkirin, dikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe hate agahdarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” duh roja Sêşemê li gel malbatên hinek zarokan ku beriya 3 rojan li bajarokê Cindirêsê wenda bûbûn, peywendî kirin û wiha dewam kir;

Milîsan idîa kir ku nobedarên sînor ên artêşa Tirk, ew li nêzîkî sînor girtin ku hewl didan bi şêweyekî nerewa derbasî erdê Tirkiyê bibin lê tiştê balkêş ku haya xwediyên zarokan ji wan tune bû, tenê dizanîn ku zarokên wan wenda bûne.

Çavkaniyan diyar kirin ku Yasêr Îsmaîl Cinêd 14 salî û Mihemed Henîf Hemûd 15 salî li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê beriya 3 rojan û bêyî ku xwediyên wan tiştekî derbarê çarenûsa wan de nas bikin, wenda bûbûn û teqez kirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ew her du zarok bi armanca şandina şerê Lîbya revandine.

Hemwextî wê artêşa niştîmanî ya Lîbî bi serkêşiya Xelîfe Hefter hejmara çekdarên Ixwan Mislimîn ên Sûrî û Lîbî li Lîbya ku dixwazin xîlafeta Osmaniya nû ji dagirkeriya Tirkî ava bikin, bi belge dike.

Related posts