Bi belge … kirêtkirina mezarê Şêx Hemîd ê Êzdî li gundê Qestel Cindo

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî di binpêkirina pîroziyên gor û mezarên olî yên herêma Efrînê de berdewam in. Milîs bêyî ku ti nirxên mirovî û ayîneyên olî wan bisekinînin, goran vedidin û piştre radikin.

Di vê çarçoveyê de çalakvanan dîmenk li ser sosyal medya ku çawa milîsên dagirkeriya Tirkî gorên Êzdiyan vedidin û radikin her wiha navendên wan ên olî dirûxînin, weşand.

Li gorî çalakvanan di çarçoveya tirsandina kêm-netewan de û bi armanca lêgerîna li şûnwar û parçeyên dîrokî milîsan dagirkeriya Tirkî mezarê Şêx Hemîd li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera veda û rakir. Mezarê Şêx Hemîd li ba Kurdên Êzdî xwedî taybetmendî û pîrozî ye.

Related posts