Ji ber şerê navxweyî yê milîsan rêya Ezaz -Efrîn hat birîn … milîs jî ji “polîsên leşkerî” gelekî bi hers û aciz bûne

AFRINPOST-Taybet

Li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û milîsên wê yên Ixwanî ve hatine dagirkirin ku bi navê herêma “Mertala Firatê” û “Şaxa Zeytûnê” naskirî ne, rêzeteqîn û pevçûnên navxweyî yên di navbera milîsan de bê navber û bi şêweyekî dubare, didomin. Li gorî ragihandina bi ser çekdaran ve, piraniya sedemên pevçûnan ji ber nakokiyên takekesî û dijberiya li ser herêmên serweriyê ne.

Têkildarî wê beriya çend rojan ji ber pevçûnên çekdarî yên di navbera milîsên “Cebha El-Şamiyê” û “Polîsên Leşkerî” de li Ezazê rêya Ezaz-Efrînê hat birîn û hêjî tansiyon di navbera her du aliyan de berdewam e.

Afrinpost ji çavkaniyeke taybet agahdar bû ku rêya di navbera Ezaz û Efrînê de ji ber tansiyon û pevçûnên di navbera milîsan de girtî ye.

Jineke ji Ezazê got ku ew dixwaze vegere mala xwe ya li Ezazê lê ji ber pevçûn û nakokiyên di navbera milîsan de nikare vegere û wiha got: “Êdî heta em nikarin vegerin mala xwe. ”

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku di nava milîsan de rewşeke ji hersê li dijî milîsên “polîsên leşkerî” derketiye û wiha dewam kir; milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” û “Ehrar El-Şerqiyê” berê xwe didin Ezazê da ku piştgiriya milîsên “Cebha El-Şamiyê” bikin.

Nûçegihan derbarê hêrsbûna milîsan ji “polîsên leşkerî” re da zanîn ku sedema wê vedigere ku dagirkeriya Tirkî, ew bi berpirsyartiya herêmê erkdar kirine ku bi wan re maf heye her çekdarên ku li gorî dagirkeriyê tevnegerin hesab ji wan bixwaze û heta êrîşî wan bikin ku milîs hîs dikin dagirkeriya Tirkî destên xwe ji wan şûştine û tenê wan ji bo şerê li Lîbya bi rê dikin.

Related posts