Enqera plan dike ku 50 hezar çekdarên Sûrî perwerde bike û bişîne şerê Lîbya

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku hikûmeta dagirkeriya Tirkî bi armanca komkirin û perwerdekirina çekdarên Îslamî yên Sûrî, hewl dide du kampên mezin li bajarokê El-Raî û Babê yên gundewarê bakurê rojhilatê Helebê ava bike da ku tevlî nava şerê Lîbya bike.

Çavkaniyan teqez kirin ku karên avakirina her du kampan li vê dawiyê dest pê kir û dê derdora 50000 çekdarên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” lê perwerdeya xwe bibînin û bi kom ji bo şerê Lîbya bişînin.

Girêdayî agahiyên çavkaniyên Afrinpostê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî 24’ê Gulanê ragihand ku dagirkeriya Tirkî dil heye ku piraniya çekdaran li Efrînê derbasî şerê Lîbya bike.

Related posts