Milîsên “Ceyş El-Îslam” di bin navê cejnê de li ser şêniyên gundê Turindê bacan disepînin û 500000L.S ji mixtarê wî standin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Ceyş El-Îslam” di bin navê Cejnê de bac li ser şêniyên gundê Turindê yê bi ser Efrînê ve sepandin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên Ewlehiyê yên “Ceyş El-Îslam” mala koçberê Kurd ê bi navê Subhî Ebdalo ji xwe re kirine navend. Bi hinceta Cejna Remezanê 500000L.S ji mixtarê gund standin û li ser şêniyên gund jî pereyên pir weke bac sepandin.

Girêdayî wê, rêbendên ewlehiyê yên milîsên dagirkeriyê di navbera 200 heyanî 500 L.S weke bac ji her otomobîlekê yan motorsikletekê û bi taybet ên welatiyên Kurd ku di rêbendên wan re derbas distînin.

Sepandina bacan di çarçoveya biserîkirina dizî, talanî û desteserkirinê de tê ku beriya wê jî nûçgihanê Afrinpostê binpêkirin û stemkariya milîsan li gundê Turindê bi rapor û agahî belge kirine.

Related posts