AFRINPOST-Taybet
Bi armanca tolhildana ji şêniyên Efrînê yên koçber li navçeya Şêrawa û Şehbayê, dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne, bi zanabûn herêmên koçberan topbaran dikin û ji bo şewitandina dar û berheman guleyan davêjin nava zeviyan.
Di vê çarçoveyê de hêzên dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê bi mebest agir bi zeviyên şêniyên navçeya Şêrawayê xistin. Çekdarên Îslamî ji zeviyên gundê Burc Heyderê dest pê kir û ji ber bayê xurt çarçoveya şewatê berfireh bû û gihaşt gundê Kelûtê û Mezin. Şêniyên navçeyê tevî tirsa ji çekdaran, di saetên dereng ji êvara roja Pênşemê de hewl dan agirê ku bi berhema genim û ceh a navçeyê ketiye, vemirînin.
Di dema ku xortekî bi navê Silêman Cemîl Îbrahîm ê 22 salî agir vedimirand, çekdarên dagirkeriya Tirkî gule avêtinê û ew bi giranî birîndar kir. Ji bo dermankirina xort Silêman, şêniyên navçeyê ew rasterast rakirin nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê.
Nûçegihanê Afrinpostê têkildarî birîna Silêman ragihand ku ji ber bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.
Ji ber dewamiya topbaranê û pêxistina agir bi zeviyên herêmên Şehbayê û Rojhilatê Firatê lê zêde kêmderfetî, şênî di vemirandina agiran de gelekî zehmetiyê dikişînin.