AFRINPOST-Taybet
Çavkaniyên Taybet ji Afrinpostê re dan zanîn ku dagirkeriya Tirkî li bajarê Marê yê dagirkirî yê gundewarê Helebê yê bakur kampek ji bo perwerdekirina û şandina çekdaran bo Lîbya ava kiriye. Milîsên Îslamî li wir tên perwerdekirin, piştre ji bo Lîbya tên birêkirin da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin.
Afrinpostê bi rêya çavkaniyekê ji hundir Efrînê agahdar bû ku dagirkeriya Tirkî li bajarê Marê kampek bi navê Kebîr ava kiriye û bi hezaran ji çekdaran di hundirê wê kampê de ji bo şerê Lîbya tên perwerdekirin.
Li gorî çavkaniyê dewleta Tirk plan dike ku 50000 çekdar ji wir bişîne Lîbya û wiha dewam kir; sermilîsekî Îslamî li Efrînê ji endamên xwe re dibêje ku eger hûn neçin şerê Lîbya dê Tirkiyê pereyan ji ser we qut bike û ti bijarte li pêşiya wan nemaye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku Tirkiyê nêzîkî 9 hezar çekdar heta niha şandiye Lîbya. Li vê dawiyê Artêşa Niştîmanî ya Lîbî hinek ji wan dîl girtin û radestî rêjîma Sûrî kirin.
Hinek agahiyên din ji Afrinpostê re hatin ku Tirkiyê kesên negihîştî ango zarokan jî tevlî şerê li Lîbya dike ku heta niha 4 kesên negihîştî derbasî şer kirine û kuştî vegeriyane. Ew bi van nasnameyan têne naskirin; Ebû Telq, Ebû Basil, Şêx Hemza û Ebû Sûriye ne. Wêneyê Ebû Telq li Efrînê hat daliqandin ku milîs wî bi şehîd bi nav dikin û wiha çavkanî dewam dike; sermilîs wan zarokan bi pereyan rakêş dikin lê belê di rastiyê de ew pereyên wan digirin ku tenê 400$ li şûna 2000$ didin çekdaran û pirî caran ên ku diçin Lîbya kuştî vedigerin.