AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê roja Çarşemê ragihand ku pevçûneke çekdarî di navbera çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê” û niştedagîrên çekdar ji gundewarê Şamê derket.
Li gorî nûçegihan sedema pevçûnê dizî bû ku aliyekî aliyê din bi dizîya hawsê(qatih) kehrebeyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê tawanbar kir û wiha dewam kir; di encama pevçûnê de niştedagîrek bi giranî birîndar bû.
Di heman çarçoveyê de çekdarekî ji milîsên dagirkeriyê yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur”, Pêncşema borî li pêşiya leşkerên dagirkeriyê, li ser rêbenda têketina başûr a bajarê Efrînê li gundê Turindê gule avêt lingên milîsên “polîsên sivîl”. Sedema guleavêtinê ew bû ku çekdarekî “polîsên sivîl” ji wan xwest ku bisekine, bû.
Nûçegihan diyar kir ku çekdarê birîndar rakirin nexweşxaneyê û ew neçarî du bijarteyan kirin an mafê xwe nexwaze yan jî ji kar were bidûrxistin û wiha dewam kir; çekdarê birîndar di mafê xwe bihurî û gilî li wan venekir.
Girêdayî pevçûn û tevliheviyên milîsan, herêma çerxerêya El-Qeban çekdarên milîsên “Lîwa 51” a di bin sîwana “Cebha El-Şamiyê” de ketine nava seferberiyê û agahî hene ku koma qelemon xwe ji bo êrîşa li ser “El-Şamiyê” ji ber pevçûnên duh rûdan amade dike.