AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrînê ya dagirkirî , ji ber nakokiyên wan ên herêmkî û dijberiya li ser serweriyê her çend rojan, pevçûnên çekdarî ji ber sedemên ne exlaqî di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn de derdikevin.
Di vê çarçoveyê de, roja Sêşemê bi şev ji ber pevçûnên di navbera du komên ji çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn de, 2 welatiyên Kurd birîndar bûn.
Li gorî nûçegihanê Afrinpostê pevçûna çekdaran li pêşiya firoşgeheke qalibên bozê rû da.
Nûçegihan diyar kir ku pevçûna çekdarî di navbera milîsên “Cenha El-Şamiyê” ku ji navçeya Til Rifetê ne û niştedagîrekî ji bajarokê Qelemon ê gundewarê Şamê ku li dorhêla çerxerêya Newroz firoşgeheke qalibên bozê vekiriye, ji ber ku çekdarên “El-Şamiyê” pabendî dora xwe nebûn, dev avêtin hev piştre nasên niştedagîrê ji Qelemonê jî destwerdan kirin û di encamê de pevçûnên çekdarî rûdan.
Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku di encama pevçûnê de xortekî Kurd bi navê Bangîn Xelîl Abdullah ji şêniyên gundê Şêxûtka ku li kêleka firoşgeha niştedagîr li dikana xwe sebze difirot, birîndar bû. Her wiha zarokek jî bi navê Reşîd Mihemed Reşîd 12 salî ji şêniyên gundê Elemdara yê navçeya Racoyê, birîndar bû û wiha dewam kir;
Pevçûn di navbera her du aliyan heta bi taxa Eşrefiyê berfireh bû ku li kolan û li ser xaniyan tijî çekdar bûn.
Ji ber berfirehbûn û xurtbûna pevçûnan çekdarek ji niştedagîrên Xûtayê hat kuştin lê zêde balkon û rûpêşên dikanên bazirganiyê ji ber barîna zêde ya guleyan zirar dîtin.
Nûçegihan diyar kir ku şêniyên taxa Eşrefiyê neçar man ku bi saetên dirêj di malên xwe de û rûbirû bi tirs û mirinê re man.
Nakokiyên di navbera çekdar û niştedagîran de, dijberiya veşartî ya di çarçoveya hewldana serweriya li herêmê bi rêya peydakirina tirsê û bikaranîna hêzê ye.