Di nava 3 mehan de 3 kalemêrên Kurd bi bêbextî ji aliyê milîsên Ixwanî ên dagirkeriyê ve hatin kuştin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên bi navê  “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê destnîşan kir ku prosesên revandin û kuştinê li herêma Efrînê dewam dikin.

Li gorî agahiyên dawîn ên ji herêmê hatine, roja Sêşemê termê kalemêrekî Kurd bi navê Muslim Ehmed Emek (87 salî) ji şêniyên gundê Goran ê navçeya Cindirêsê ku piştî 5 rojan ji wendabûna wî, hat dîtin.

Girêdayî heman çarçoveyê, çavkaniyekê ji navçeya Bilbilê ragihand ku milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî, welatiyekî Kurd bi navê Ferhan Hesen ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeyê, 17’ê Gulanê revand. Milîsan ji bo berdana wî ji malbata wî fidyeyekî malî 1500 Lîreyên Tirkî xwest. Piştî ku malbata welatî Ferhan fidye da milîsan, roja Çarşemê hat berdan.

Li herêma Efrînê prosesên kuştin bi şêweyekî rasterast an jî piştî revandinê yan dema pêkanîna diziyên çekdarî derheqê welatiyên Kurd ên temen mezin pêk tên ku tenê di nava vê mehê û ya borî de (Gulan û Nîsan) gelek sivîlên Kurd ên temen mezin ji ber zordarî û îşkenceya milîsên dagirkeriyê jiyana xwe ji dest dane. Derbarê kuştina pîremêr û pîrejinên Kurd de heta niha dagirkeriya Tirkî ti lêpirsîn bi kujer û sûcdaran re venekirine.

Related posts