Bi wêne…dagirkeriya Tirkî girê “Kaniyê” yê şûnwarî yê gundê Ereba radike

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, bi armanca wendakirina nasnameya herêma Efrînê ya çandî û şaristanî, prosesên vedan, rakirin û kolana cihên şûnwarî bi armanca dizîna gencîne û parçeyên dîrokî berdewam dike. Milîsên Ixwanî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de parçe û şûnwaran ji cihên dîrokî yên Efrînê derdixin, didizin û derbasî Tirkiyê dikin.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost derbarê kolan û rastkirina cihên şûnwarî wêneyên nû bi dest xistin.

Ji wêneyan diyar dibe ku çawa dagirkeriya Tirkî girê Kaniyê yê şûnwarî li nêzîkî kaniya Dromê gundê Ereba dikole û radike.

Li gorî wêneyan milîsên “Sultan Mihemed El-Fatih” bi serpereştiya istixbarata Tirkî bi sedan ji darên zeytûn, rez, gûz, behîf û mişmişan ên welatiyên gundê Ereba hildikin.

Roja Duşemê jî Afrinpostê ronî da ser karên kolan û rastkirinê yên milîsên Ixwanî û ragihand ku milîsên “Lîwa El-Mutesim” bi traks û buldozeran li dorhêla girê Qîbarê yê şûnwarî ku li ser rêya kampa Erş Qîbar dikeve, dikolan û li şûnwarên dîrokî digeriyan.

Dîsa nûçegihanên Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî, 21’ê Nîsanê ragihandin ku li navçeya Şera û Mabetayê 3 cihên şûnwarî ji aliyê tîmên pispor ve ji çekdarên milîsên Îslamî û bi serpereştiya istixbarata Tirkî ve hatin kolan.

Related posts