Teqîneke nû li Efrînê li çerxerêya El-Qeban rû da û kesek birîndar kir

AFRINPOST-Taybet

Rêzeteqîn li herêma Efrînê ya dagirkirî bi armanca peydakirina tirs û tevliheviyê di nava sivîlên Kurd de didomin.

Li gorî çalakvanên Kurd ên li Efrînê dişopînin, hemû teqîn ji aliyê milîsên Îslamî bi ferman û talîmatên istixbarata dagirkeriya Tirkî ve, bi armanca koçberkirina Kurdên li Efrînê mane, pêk tên.

Di vê çarçoveyê de sibeha roja Sêşemê teqemeniyek li nêzîkî sûka El-Hal li navîna bajarê Efrrînê teqiya, di encama wê de kesek birîndar bû.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku teqemeniyek li cem çerxerêya El-Qeban li nêzîkî Sûka El-Hal pêk hat û wiha dewam kir; teqîn bi rêya teqemeniyekê ku berê li cem çerxerêyê hatibû çandin pêk hat û kesek birîndar kir lê belê nasnameya wî hê ne diyar e.

Piraniya teqînan li herêma Efrînê di çarçoveya rik û kînên di navbera milîsên Îslamî de li ser dizî, talanî, herêmên serweriyê, şelandinên li ser rêbendan û sepandina bacan pêk tên. Her wiha milîs bi rêya van teqînan dizî û talaniyê bi şêweyekî hêsan dikin.

 

 

Related posts