AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi nave “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur”, desteserkirin û qewitandina sivîlên Kurd ji malên wan weke navgîneke şantaj, fişar û astengkirina Kurdên li Efrînê mane, bi armanca koçberkirina wan ji Efrînê û bicîkirina koçberên Sûrî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine, berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe hate agahdarkirin ku 2 milîsên “ا Cebha El-Şamiyê” bi navê Nîdal Biyanûnî û Ehmed Haşim 67 mal li dorhêla taxa herêma pîşesaziyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê lê zêde bêtirî 80 dikanên bazirganiyê desteser kirine. Piştî ku xwediyên van mal û dikanan ji ber êrîşên dagirkeriyê û milîsên wê ve sala 2018’an koçber bûn, milîsan destên xwe danîn ser.
Çavkaniyan teqez kir ku her du milîs wan mal û dikanan ji bo berjewendiyên xwe yên kesane bi kar tînin û wiha dewam kirin; beriya demekê her du milîsan 17 şiqeyên(apartman) niştecihiyê firotin şêniyên ku ji Idlibê û gundewarê Hemayê reviyane.
Dîsa di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku niştedagîrekî ji bajarokê Til Cebîn ê gundewarê Helebê, dikaneke bazirganiyê bi 700$ Amerîkî firot. Li gorî nûçegihan dikana bazirganiyê li ser rêya Servîs li kêleka firina Zad El-Xêr dikeve. Dikan a welatiyê Kurd ê koçber Cemîl Ebû Mihemed e, ew ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ye.
.