AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi armanca bidestxistina pereyan, xwe dispêrin rê û rêbazên nû yên şantajkirinê û ew jî tawanbarkirin e.
Çavkaniyekê ji hundirê Efrînê ji Afrinpostê re ragihand ku çekdarekî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê ” bi mebest motorsikletê xwe li otomobîleke Van a welatiyekî Kurd li ser rêya Raco xist û piştre bi xwediyê Vanê de qêriya û jê re got ku wî motorsikletê wî ji hev êxist û wiha dewam kir; çekdar xwediyê Vanê ango welatiyê Kurd neçar kir ku motorsikletê wî bibe gel reformkarê li ser rêya Vîlat û jê re got divê tu motorsikletê min bi giştî re reform bike. Reformkar bi xwe ji Efrînê bû û hîs kir ku çekdar xwe bê heq tê dide.
Çavkaniyê li gel reformkar peywendî kir ku ji çavkaniyê re wiha got; rûyê welatiyê Kurd sor bûbû, nediwêrî ji tirsê re gotinek bikira, motorsikletê çekdar ji berê de ji hev ketibû ku reformkirina wî dê herî kêm 500000 lê biçe. Min ji çekdar re got ji vir biçe, ez motorsikletê te çênakim ji ber vê yekê çekdar gef li min xwar û got ti têkiliya te bi meseleyê re nîne, yan bila motorsikletê min çêke yan jî 1000$ bide.
Çavkaniyê destnîşan kir ku çekdarekî din bi navê “Ebû Cendel” ku girêdayî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ye talanî û şelandinên bi vî rengî destek dike.
Ji aliyekî din ve çavkaniyê ji Afrinpostê re rewşeke din anî ziman û wiha got: Niştedagîr zarokên xwe dişînin ku li pêşiya avanî û xaniyên Kurdan bilîzin, zarokên niştedagîran malbatên Kurd aciz dikin û eger yek ji wan derket û zarok ji wir qewitandin, xwediyên zarokan tên û bi xwe re çekdaran tînin ku wan dixin navbera du bijarteyan, an werin binçavkirin an jî 200$ bidin.
Di nava du salên dawîn de li herêma Efrînê û li gorî raporên bi belge, çekdar û niştedagîr her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, didizin û talan dikin.