AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn kujerê kalemêrê Kurd Ş.“Elî Ehmed” ji şêniyên bajarokê Meydankê yê navçeya Şera, piştî derdora du hefteyan ji binçavkirinê berdan.
Li gorî çavkaniyên Afrinpostê milîsan kujer bi bihaneya ku hê temenê kujer biçûk e û xwediyên şehîd doza kuştinê ji ser rakir ango mafê xwe lêborand piştî du hefteyan berda û wiha dewam kirin; hinek rûspî ji aliyê sûcdarê bi navê “Fehid El-Mirî” ku ji çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” e, serdana malbata Ş. Elî Ehmed kirin û ji wan daxwaz kirin ku doza kuştinê li ser kujer rakin û wiha ji malbata kuştî(kalemêr) re gotin: Bi her awayî ji ber ku zarok e ku negihîştiye 18 saliyê, dê were berdan. Bi vê gotinê malbata sûcdar fişar li malbata kuştî kir ku mafê xwe yê zagonî nexwazin.
Di vê çarçoveyê de endamê desteya rêveber a desteya zagonî ya Kurdî parêzer Hisên Naso ji Afrinpostê re axivî û têkildarî bûyerê got ku ji ber lêdana tund û giran kalemêr di bin destê niştedagîrê sûcdar de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zagonê herî kêm sûcdar cezayê karên zehmet ji 5 salan heyanî 15 salan lê tê birîn û wiha dewam kir; li gorî madeya (543) ji zagona cezayan a Sûrî eger ku kuştin ne bi zanabûn û mebest be, ew ceza lê tê birîn. Ji ber vê yekê berdana kujer piştî çend rojan ji pêkanîna vî sûcî, di bin çi bihaneyan de dibe bila bibe, tê wateya binpêkirina zagonê. Tevî em dizanin ku komên çete û hikûmeta Tirkiyê ti girîngî û rêzê ji zagonan re nagirin û heta ku kujer temenbiçûk be ango negihîştî be divê were cezakirin û bûyer wisa bê hesab derbas nebe û wiha parêzer Naso axaftina xwe bi dawî kir; berdana kujer “Fehid El-Mirî” bi bihaneya ku xwediyên kuştî doz ji ser rakirin dîsa zagonê bin pê dike. Ji ber ku nexwestina mafê takekesî yek ji sedemên ku cezayê li ser sûcdar kêm dike ye û nayê wateya ku ceza bi giştî rabe.
Rêxistinên navdewletî derbarê sûc û binpêkirinên ku li herêma Efrînê pêk tên, çavên xwe digirin û bi berpirsyatiya xwe ya mirovî ranabin, tenê lomeyan ji çekdaran dikin tevî ku her sûc û binpêkirinekê di bin ala dagirkeriya Tirkî de dikin, lê rêxistinên navdewletî li hemberî sûcên ku dagirkerî dike, bêdeng e.