AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re da zanîn ku çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad”, mala welatiyekî Kurd li taxa Efrîna Kevn desteser kir û veguherand navenda fihûşê. Çavkaniyê destnîşan kir ku çekdaran ji ber ku melayê mizgeftê ji wan re got ku heram e di meha Remezanê de navendeke wiha were vekirin, lê da û wiha dewam kir; du çekdaran bi navê “Ebû Qusey” û “Ebû Ebid” ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” in, mala welatiyê Kurd Osman Mihemed ku li pişt xwaringeha “Vîn” a taxa Efrîna Kevn dikeve, desteser kir û veguherand kerxaneyê.
Çavkaniyê destnîşan kir ku temenê Osman 70 salî ye, mala xwe li wir bi kirê dabû malbatekê ango mal jêdera debara jiyana wî bû. Lê belê çekdaran beriya çend rojan hatin gel wî û malbata ku mal bi kirê biribû, derxist û da ku pereyan ji pişt wê qezenc bikin, veguherand kerxaneyê.
Çavkaniyê bal kişand ser çekdaran û da zanîn ku welatî Osman da ku kesekî derbarê mijarê de agahdar neke, gefa kuştinê li wî xwar, lê belê bûyer nayê veşartin ku li pêşiya kesên li herêmê niştecihên kirin cihê fihûşê. Heta niha jî çarenûsa malbata ku çekdaran ji malê derxistin, ne diyar e.
Her wiha çavkaniyê diyar kir ku çekdaran bi qondaxa tivinkê li serê melayê mizgefta taxê, şêx Ebas da ku ew jî Kurdekî Efrînê ye û niha ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê ye.