Dagirkeriya Tirkî 7 sermilîsên “Sultan Mûrad” bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrînê ragihand ku istixbarata dagirkeriya Tirkî beriya hefteyekê 7 sermilîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ji ber ku pere “Kimisyon” ji çekdarên ku xwestin biçin Lîbya birin, bin çav kirin.

Çavkaniyên Afrinpostê teqez kirin ku ji ber dagirkeriya Tirkî mûçeyên çekdaran li ser qut kirine, hejmara kesên ku meraq dikin biçin Lîbya zêde bûne. Armanca milîsan bidestxistina pereyan e ku dagirkerî dê ji bo her çekdarekî 2000$ Amerîkî wek mûçeyên mehane beramberî serê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî, bide wan.

Kujerekî bi pereyan derbarê mijarê de destnîşan kir ku piraniya milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn, piştî ku herêmên xwe firotin Rûs û rêjîma Sûrî, çekdarên xwe ji bo serê Lîbya bi rê dikin, ew tiştekî bi navê şoreşê nizanin û tenê bi pey pereyan ketine.

Sermilîsekî bi navê Ehmed Kermo El-Şehabî 19’ê Çileya borî hinek tiştên veşartî aşkere kirin û li xwe mukur hat ku ti têkiliya dagirkeriya Tirkî bi Sûriyan re tune ye, ew tenê wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Gotina dagirkeriyê ya şerê li hemberî cudaxwazan ango Hêzên Sûriya Demokratîk dûrî rastiyê ye.

Kermo wê demê got ku cane wan, zarok û bavbîrên wan fedayî xîlafeta Osmanî ne. Bi vê gotinê ajantiya xwe ji dagirkeriyê re teqez kirin û hewldanên Tirkiyê yên parçekirina Sûriyê, piştî ku ji milê nijadî û taîfî ve ji hev kirin, aşkere kir.

Related posts