Dagirkeriya Tirkî li Efrînê zarokên Sûrî yên penaber ji bo şerê li Lîbya çekdar dike

AFRINPOST

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan detayên çekdarkirina zarokên Sûrî ji aliyên milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ve aşkere kir. Rewangehê destnîşan kir ku heta niha 16 zarok ji nava 150 zarokên çekdarên hatine kuştin.

Hikûmeta Tirkiyê Sibata borî li xwe mukur hat ku ew çekdarên “Ceyş El-Wetenî” bi pereyan li Lîbya didin şerkirin. Armanc ji şandina kujerên bi pereyan, ew e ku li Terablusê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî piştgiriyê bide hikûmeta Wîfaqa Ixwanî.

Rewangehê bi bîr xist ku hejmara çekdarên Sûrî yên li Lîbya hatine kuştin, heta niha gihîştiye 8400 çekdar. Ji nava wan komeke çekdar ne Sûrî ye, her wiha hejmara çekdarên ku ji bo perwerdekirinê gihîştin kampên Tirkiyê gihîştiye 3550.

Rewangehê roja Çarşemê bi bîr xist ku derdora 150 zarokî temenên wan di navbera 16 heyanî 18 saliyê de ye û piraniya wan ji “Firqeya Sultan Mûrad”  in, di nava şert û mercên jiyanê yên dijwar û xizantiyê de ku bi rêya pereyan milîs wan ber bi xwe ve dikişînin û çekdar dikin.

Derbarê çawaniya şandina zarokan bo Lîbya jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji çavkaniyên taybet da zanîn ku milîs zarokan ji Idlibê û gundewarê Helebê yê bakur bi bihaneya kar derbasî Efrînê dikin ku li wir milîs wan çekdar dikin û piştre derbasî Tirkiyê dikin û ji wir dişînin Lîbya.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, çîroka zarokekî ku temenê wî 15 saliyê derbas nake, vegot û wiha dewam kir; zarok ji ber debara jiyanê ya zehmet û ji bo ku di karê çandiniyê bixebite, dest ji kampa penaberan ku malbata wî li dimîne berda û berê xwe da Efrînê.

20 rojan li gel malbata xwe di nava peywendiyê de bû piştre têkiliya malbatê bi wî re qut bû.

Piştî demekê, ew zarokê penaber di vîdoyekî de diyar bû ku li gel milîsên Îslamî yên Sûrî li Lîbya şer dike. Malbata zarok matmayî ma û piştî ku li zarokê xwe pirsî, teqez bû ku milîsan ew çekdar kiriye û bi milîsên “Sultan Mûrad” re di nava şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî de ye.

Related posts