Jinepîreke Kurd ji gundê Çeqela Ortê piştî ku milîsan ew ji malê derxist, nexweş ket

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şiyê ragihand ku milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah ” (El-Emşat) ku sermilîsê wê yê bi navê Mihemed El-Casim Ebû Emşe ye, 8’ê Gulanê pîrejineke Kurd bi navê Zelûx Betal Elo ya 70 salî ji mala wê qewitandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku pîrejin jinebiya rihmetî Hisên Betal Elo ji şêniyên gundê Çeqela Ortê ye. Milîs ji bo bicîkirina malbateke nasên yê bi navê Ebû Emşe, gefa kuştin û desteserkirinê li wê xwar.

5 Gulanê jî milîsên  “Lîwa Sultan Silêman Şah ”gef li jinepîrê xwaribû ku eger kurê wê 2000$ nede, dê wê ji malê biqewtînin. Nûçegihan wê demê teqez kir ku milîsan li gel kurê wê Subhî Betal Elo ku li bajarê Efrînê dijî,  peywendî kir û jê 2000$ xwest.

Xuya ye ku kurê pîrejinê Zelûx nikarî ew qas pere ji milîsan re peyda bikirana, ji ber vê yekê milîsan pîrejina Kurd ji malê qewitand. Niha ew ji ber xeyidîn û zordariya milîsan ku bi zorê ji malê derxistin, nexweş ketiye û di nivînan de ye.

Pîrejin Zelûx ne ya yekê ye û ne jî ya dawîn ku beriya wê gelek jin û kalemêr ji malên wan bi darê zorê hatin qewitandin.

Related posts