AFRINPOST-Taybet
Malbateke Efrînî beriya derdora 7 mehan biryar da ku vegere gundê xwe Sînka yê navçeya Şera. Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, malbatê li gel qaçaxciyekî(revîner) milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” peywendî kir da ku wan derbasî gund bike, lê belê qaçaxçî malbat radestî milîsên “polîsên leşkerî” kir û wê jî ji aliyê xwe ve endamên malbatê bi giştî bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin.
Nûçegihan diyar kir ku welatiyê Kurd Muslim Sefer Hembaşo(24 salî) pev hevjîna xwe Xaliya Çawîş û zarokê wan Elî beriya derdora 7 mehan li gel çekdarekî milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” ji bo derbaskirina wan ji hundirê Efrînê re peywendî kirin û li ser 300$ li hev kirin û wiha dewam kir; çekdar malbata Kurdî radestî navenda milîsên “polîsên leşkerî” ya li gundê Qitmê kir. Milîsên “polîsên leşkerî” jî bi serkêşiya sermilîs “Ebû Ereb” rasterast malbat bin çav kir ku Muslim şand zîndana wan li Efrînê û hevjîna wî Xaliya û zarok wî Elî jî avêtin zîndana Maratê.
Nûçegihan destnîşan kir ku welatî Muslim pev hevjîn û zarokê xwe berî werin binçavkirin û ji du salan ve ango ji dema ji Efrînê koçber bûne, li herêmên Şehbayê û bi taybet li bajarokê Ehrezê dijiyan.
Piştî derdora heyvekê milîsan hevjîna wî Xaliya Çawîş û zarokê wê Elî berdan lê belê hêjî welatî Muslim Hembaşo li gel milîsan li zîndana ku berê dibistana amadehî ya bazirganiyê bû, girtî ye.
Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.