AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Wetenî” naskirî ne, di birîna daran ji daristan û zeviyên herêma Efrînê de berdewam in. Milîs daran dibirin û li ser daxwaza zêde ya êzingan li herêmên dagirkeriya Tirkî pê bazirganiyê dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabetayê ragihand ku çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” Çarşema borî, 12 darên zeytûnê yên welatiyê Kurd Subhî Hemdoş ji şêniyên gundê Hisê(Mîrkan) ji kokê de birîn.
Nûçegihan teqez kir ku xwediyê zevî li bajarê Efrînê dijî. Dema ku bihîst darên wî hatin birîn, rasterast berê xwe da gund ku dît çekdaran bi birekê 12 dar ji zeviyên wî birîne, lê zêde 3 dar behîvê jî birîbûn û destnîşan kir ku welatî Subhî belgeyên xwedîtiyê zevî nîşanî çekdaran kir heta ku dest ji birîna daran berdan.
Nûçegihan da zanîn ku tevî çekdaran darên wî birîn û xwediyê zevî gilî bi wan li gel sermilîsê wan “Ebû Eslan” pêşkêş kir, lê belê sermilîs razî nebû ku lêpirsînê derbarê bûyerê de veke.
Herêma Efrînê ya dagirkirî ji dema ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve hatiye dagirkirin, rûbirû bi birîna darên daristan û zeviyên zeytûnê re dimîne. Nûçegihanên Afrinpostê derbarê bûyerên bi vî rengî gelek rapor bi belge amade kirin.