AFRINPOST-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên cuda agahdar bû ku niştedagîrê bi navê Nîzar El-Semadî, hemleya niştedagîrkirinê li navçeya Mabeta ya gundewarê Efrînê bi rê ve bir. Ji 200000$ ê ku ji meclisan û heta berî ku ji Xûtaya Rojhilat were qewitandin, feyde girt.
Çavkaniyan teqez kir ku niştedagîr El-Semadî îdîa dike ku ew sosyalîst e lê belê gelek sûd ji fetweyên olî digire ku bi vî rengî desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê ji xwe re helal dike û bi taybet ku li navçeya Mabetayê Kurdên Elewî hene û wiha dewam kir; wî li Mabeta gelek projeyên çandiniyê ji bo niştedagîran pêşkêş kir da ku wan li malên koçberên Kurd mayînde bike.
Yek ji projeyên ku li bajarokê Mabetayê pêk aniye ku 1000 serî dewar ji niştedagîran re kirî da ku wan li nava zevî û rezên Kurdan û di bin parastina wî de biçêrînin. Ew niha berpirsyarê meclisa koçberên Xûtaya Rojhilat li Mabeta ye.
Li gorî Ajans û çalakvanên ku li herêma Efrînê kar dikin, 470 malbatên niştedagîr li navçeya Mabetayê hatin bicîkirin.