AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya 2 rojan wêneyê Seddam Husên ku bi ser malekê li Efrînê daliqandibûn, rakirin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku daliqandina wêneyê Seddam Husên li ser malekê li Efrînê, li ser sosyal medya bû rojeva çalakvanan û bi şêweyekî berfireh hat şermezarkirin. Ji ber vê yekê istixbarata Tirkî milîs ferman kirin ku wêneyê rakirin.
Çavkaniyan ji Afrinpostê re dîmenê rakirina wêneyê ji aliyê çekdaran ve pêşkêş kir lê belê Afrinpst wî dîmenî ji ber tirsa li ser kesê kişandî, belav nake.
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hatibû agahdarkirin ku çekdarên milîsên Îslamî tabloyek li ser wê wêneyê Seddam Husên û Zehran Elûş hebûn bi ser mala welatiyekî Kurd ê koçber bi navê Silêman ji şêniyên gundê Qenterê yê navçeya Mabeta(bazirganê zeytê) daliqandibû.
Girêdayî kiryarên bi vî awayî, dema ku dagirkeriya Tirkî di Adara 2018’an de Efrîn dagir kir, çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gotina “Hûn bi xêr hatin Dêra Zorê” li ser têketina di navbera Efrîn û navçeya Cindirêsê nivîsandin. Her wiha li ser sosyal medya bajarê Efrînê bi navê “Seddam Husên” bi nav kir. Çekdarên Tirkmen jî li vê dawiyê bajar bi navê “Eyn Tirkmen” bi nav kir.
.