Milîsên Ixwanî li Efrînê rewşa bi qerebalix a atmosfera nêzîkbûna Cejnê ji bo diziyên xwe bi kar tînin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di pêkanîna hemû binpêkirinan û sûcan derheqê sivîlên Kurd de li herêma Efrînê berdewam dikin. Li Efrînê ti zagon nînin û tevlihevî li pêş e, di nava şert û mercên bi vî rengî milîs dizî û desteserkirinê bi şêweyekî berfireh dikin. Ew her şert û boneyekê ji bo berfirehkirina diziyên xwe bi kar tînin her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve didizin lê zêde bacan jî li ser xwediyên firoşgehan disepînin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi nêzîkbûna cejna Remezanê re atmosferên wê yên bi qerebalix di hundirê firoşgehên bazirganiyê de bi kar tînin ku di hundirê firoşgehan de ji ber qerebalixê hem ji şêniyan û hem jî ji xwediyên firoşgehan didizin.

Nûçegihan diyar kir ku li vê dawiyê milîsan rêbazeke nû ya dizînê bi kar tînin ku çekdarek firoşkar mijûl dike û çekdarê din jî tiştan ji firoşgehê didize û wiha dewam kir; tenê îro 5 caran firoşgehên welatiyên Kurd hatin dizîn.

Ev 5 prosesên dizînê di çarçoveya biserîkirina sûcên milîsan ên weke revandin, desteserkirin û sepandina bacan de tên ku armanca wê jî ew e ku tirsê û tevliheviyê li nava sivîlên Kurd de pêk bînin û da ku  wan bidin koçberkirin û guhertina demografîk pêk bînin.

Related posts