AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ya gundewarê Efrînê ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bazirganiyê li gel hêzên rêjîma Sûrî dikin ku mirov, dewar û tiştan di herêma ku dikeve navbera gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê û bajarokê Nubilê re direvînin.
Nûçegihan teqez kir ku milîsên “Firqeya El-Hemze” ku gundê Beradê jêr kontrola wê de ye li gel hêzên rêjîmê cereyên gazê, sotemenî û dewêr ji hev re direvînin û wiha dewam kir; milîs her welatiyekî bo herêmên rêjîma Sûrî bi 300 $ direvînin.
.