Kalemêrekî Kurd ji ber xeyidînê jiyana xwe ji dest da û çekdaran jî ji malbata wî 3 maşîne dizîn û 3 kesî jî revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku piştî milîsên dagirkeriyê erdê welatiyekî Kurd bi navê Rifet Seydo bi nasnav Rifetê Xwarziya desteser kir, bi ser milkên xwe yên desteserkirî de gelekî dilsoj û xeyidî ku di encamê de bi xwîntîriya dil (kirîza dil) ket û jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsên Îslamî bi wê tenê neman ku piştî wefata wî, traktora wî ya çandiniyê (Birkês) û  2 otomobîlên malbata wî dizîn ku ew jî ev in: Pickupa wî ji cureya Hyundai lê            zêde otomobîleke taybet ji cureya Verna.

Her wiha 4’ê Nîsanê çekdaran bi ser mala wî de girt, navmaliyên wê û çiqasiyên ji zêr û pereyan dizîn lê zêde lawên wî revandin û avêtin zîndana gundê Kefercenê yê navçeya Şera da ku li beramberî berdana wan pereyan ji birayên wan bistînin.

Nûçegihan destnîşan kir ku yên revandî bi navê Rifet Seydo 27 salî (neviyê rihmetî Rifet Seydo), Şervan Seydo 24 salî, Seyf El-Dîn Seydo 55 salî ne.

Related posts