Istixbarata dagirkeriyê 2 welatiyên Kurd li gundê Şorbe bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê li herêmê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku istixbarata Tirkî roja Şemiyê, 2 welatiyên Kurd bi navê Hesen Bêrem û Ehmed Cafer ji malên wan li gundê Şorbe yê navçeya Mabeta, bê naskirina tuhmetan, bin çav kirin û birin bajarê Efrînê.

Nûçegihan ji çavkaniyên xwe diyar kir ku welatî Hesen Bêrem ji aliyê dagirkeriya Tirkî weke mixtar hatiye erkdarkirin û tê tercîhkirin her du îroj werin berdan.

Milîsên Îslamî sivîlên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan direvînin. Revandinê yek ji rêbazên ku milîs ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi kar tînin,e ku istixbarata Tirkî bi armanca valakirina Efrînê ji Kurdan û rê li pêşiya vegera koçberan bigire, bi xwe serpereştiya prosesên revandinê dike.

Related posts