Li Efrînê detayên nû derbarê alîgirtiya milîsan ji hişmendiya Seddam Husên re diyar dibin

AFRINPOST-Taybet

Her ku diçe alîgirtiya milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” naskirî ne, ji hişmendiya kujerê Kurdên başûrê Kurdistanê li Iraqê Seddam Husên re teqez dibe.

Herî dawî li bajarê Efrînê li ser malekê tabloyek hat daliqandin ku wêneyê Seddam Husên û Zehran Elûş li ser bûn. Seddam Husên derheqê kurdên Başûrê Kurdistanê de komkujî pêk anîbûn. Bi daliqandina wêneyê wî, milîs asta kîna xwe li hemberî Kurdan nîşan didin. Bi vê yekê diyar dikin ku ew li ser şopa wî dimeşin û sûcên ku li Efrînê derheqê sivîlên Kurd de têne kirin, nîşaneyên vê hişmendiya nijadperest in.

Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên ji hundirê Efrînê hat agahdarkirin ku milîsan li bajarê Efrînê li ser mala koçberekî Kurd bi navê Silêman(berê bazirganiya zeytê dikir) ji şêniyên gundê Qenterê yê navçeya Mabeta, tabloyek li ser wê wêneyê Seddam Husên û sermilîsekî Îxwanî bi navê Zehran Elûş hebûn, daliqand.

Çavkaniyan dan zanîn ku 3 çekdarên milîsan mala welatî desteser kirine û tê de dijîn, 2 ji wan ji Xûtaya Rojhilat in û girêdayî milîsên “Ceyş El-Îslam” in û yê sisiyê jî ji Dêra Zorê ye û wiha dewam kirin; mal li taxa Efrîna Kevn û di bin kontrola milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” de ye.

Çavkaniyekê ji Afrinpostê re teqez kir ku tablo li vê dawiyê hat daliqandin. Yek ji çekdarên ku tablo daliqandine got ku ji tabloyê tenê gotina “Qirkerê Kurdan Seddam” kêm e, lê belê leşkerên dagirkeriyê nehiştin ku dijminatiya dagirkeriyê û milîsan ji Kurdan re ew qas aşkere be.

Related posts