Piştî bajarokê xwe “Enedan” radestî hêzên rêjîma Sûrî kir sermilîsekî “El-Şamiyê” berê xwe da Lîbya

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku sermilîsekî “Cebha El-Şamiyê” yê bi navê Ehmed Efeş, sibeha roja Şemiyê pev 70’î çekdarî xwe derbasî Tirkiyê bûn û ji wir berê xwe dan Lîbya da ku li gel milîsên hikûmeta “Wîfaqê” li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin û wiha dewam kir; çekdar roja Şemiyê bi sibê ji bajarê Efrînê ber bi herêma Kilsê ya sînorî ve çûn ku li wir komî ser hev bûn û piştre ji bo Lîbya hatin şandin.

Nûçegihan teqez kir ku çekdarên ji koma Ehmed Efeş bajarokê xwe Enedan li gundewarê Helebê ya bakur piştî ku fermana vekişandinê ji wan re ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve hat, radestî hêzên rejîma Sûrî kirin. Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber çekdarên “Cebha El-Şamiyê” razî nebûn ku biçin Lîbya, koma wî(Ehmed Efeş) di bin navê milîsên “Feyleq El-Şam” de çûn.

Girêdayî nerazîbûna milîsan a çûna Lîbya, Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şam” jî razî nabin ku biçin Lîbya.

Related posts