AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan li herêma Efrînê, tevahî binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ragihand ku komeke çekdarên “Ehrar El-Şerqiyê ” hin seriyên dewar li gundê Qicûma yên niştedagîrekî ji bajarê Seraqibê yê gundewarê Idlibê dizîn. Nûçegihan destnîşan kir ku bi giştî seriyên ku ji gund hatine dizîn, gihaşt 49 serî.
Di heman çarçoveyê de nûçegihan diyar kir ku roja Pêncşema borî di navbera du komên çekdar ên “Cebha El-Şamiyê” de, li ser diziya otomobîleke “Santa Fe” ji Idlibê dizîn û li Efrîna dagirkirî firot û wiha dewam kir; pevçûn li ser rêya gundê Birîmce di navbera Koma “El-Hecî” û “Ebû Tirab” de rû da ku di encamê de hinek çekdarên koma “El-Hecî” birîndar bûn.
Girêdayî dizînê, niştedagîrekî ji herêma Soran a gundewarê Hemayê tabloyên enerjiya rojê ji mala welatiyê Kurd Mihemed Korîş a li gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê dizîn.
Milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî, Ceyş El-Hur” û xwediyên wan di çarçoveya plana istixbarata dagirkeriyê ya xizankirin û birçîkirinê de û bi armanca Kurdan ji Efrînê koçber bikin, dizî û talankirina mal û milkên sivîlên Kurd li herêma Efrînê berdewam dikin.