Afrinpost-Taybet
Ji ber nakokiyên wan ên berjewendiyan, car caran dijberî û pevçûn di navbera milîsên dagirkeriya Tirkî û niştedagîrên ku dagirkeriyê ji bajarên Sûriyê anîne û li Efrînê bi cî kirine, derdikevin.
Di vê çarçoveyê de Afrinpost ji çavkaniyên xwe roja Pêncşemê hat agahdarkirin ku milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” li taxa navenda çandê ya Efrînê ya berê ji ber ku wî qerebalix pêk anî û ew aciz kirin, êrîşî şiyarkerê sihûrê(Remezan) kir.
Nûçgihan diyar kir ku çekdarên milîsan ji ber ku ew ji dengê wî aciz bûn û ji xewê şiyar kirin, li şiyakerê sihûrê da û dahola wî di serê wî de şikand. Şiyarkerê sihûrê bi xwe niştedagîr e û bi navê “Ebû El-Fedil” tê naskirin.
5’ê Gulanê çalakvanan vîdoyek belav kirin ku tê de komeke niştedagîr li pêşiya otomobîleke rêxistina “Besme El-Însaniyê”, dema xwarin li ser wan belav dikir kom bûbûn. Piştre tansiyon di navbera karmendên rêxistinê(2 xort) û niştedaqgîran de derket.
Ji ber ku rêxistinê tenê xwarin li ser kesên ku dengê xwe li ser wan bilind dikir, belav dikir, hemû niştedagîran bi ser wan diqêrîn û danûstandineke bi hêrs di navbera wan de derdiket ku yên din jî li bendê bûn ku dora wan were.
Karmendekî rêxistinê hîs kir ku kesek dîmenên bûyerê dikişîne û deng lê kir ku dîmenan nekişîne her wiha yekî din jî gef li wî xwar ku dê bi rêya milîsên li herêmê wî bin çav bikin.
Navgîneke ragihandinê ya alîgirê milîsan e got ku vîdyoyê kişandî li gundê Qitmê yê navçeya Şera ye û destnîşan kir ku gundê Qitmê û derdora wê hejmareke mezin ji niştedagîrên herêmên gundewarê Helebê yê başûr û rojava û gundewarên Idlibê lê hene.