AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwan Mislimîn yên dagirkeriya Tirkî, bi armanca koçberkirina Kurdan ji Efrînê û pêkanîna guhertina demografîk, binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd de ên li Efrînê mane, berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de milîsên “polîsên leşkerî û sivîl” bi mebest firoşkarên gerok ên Kurd ji pêşiya peymangeha Ş.Viyan Amara ya berê bi armanca têkoşîna li dijî dîmenên neşaristanî li kolanên bajêr ên sereke bi dûr xistin lê belê nêzîkî firoşkarên gerok ên niştedagîr nebûn û hiştin ku karê xwe berdewam bikin.
Girêdayî wê milîsên Îslamî ji ber ku xortekî Kurd bi navê Cemal Mihemed ji şêniyên gundê Alkana yê navçeya Mabetayê, razî nebû ku firoşgeha xwe ya gerok a çire û lîzeran li ser rêya Raco rake, êrîşî wî kirin û lêdan.
Tê zanîn ku berî herêma Efrînê were dagirkirin, Rêveberiya Xweser jî rê nedida ku firoşkarên gerok li ser rêyên sereke kar bikin, lê belê li şûna wê û weke bedîl sûka gelêrî ya ku li vê dawiyê hatiye armancgirtin ji firoşkarên gerok re vekir.
Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina prosesên êrîş, lêdan û çewsandina sivîlên Kurd de tê ku çekdarên milîsên Îslamî hewl didin Kurdan li Efrînê bitirsînin da ku bi hêsanî karibin dizî û talaniyê bikin û ti kes rê li pêşiya wan negire.