AFRINPOST-Taybet
Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî û xwediyên wan ên niştedagîr bi zor û neçariyê desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê berdewam dikin. Ew bi serbestî û tevî ku xwediyên hinek mal û erdan hene, tevdigerin, ne nirxên olî û ne jî yên exlaqî di ber çavan re derbas dikin û ti zagon jî tune ne ku rê li pêşiya sûc û binpêkirinên wan bigirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Sultan Silêman Şah El-Emşat” di desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê de berdewam in û ji xwe re bi kar tînin.
Nûçegihan diyar kir ku milîsan hinek dikanên bazirganiyê yên li qada Kaniyê ya bajarokê Şiyê dikevin, desteser kirin, ku xwediyên wan jî ev in; Zekeriya Heyder, Zekeriya Nasan, Mihemed Mistefa û Izet Elî
Girêdayî wê nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku milîsan welatî Hisên Qirş ji mala ku ew tê de dijî qewitand û dest danîn ser. Mala ku Hisên Qirş tê de dijî ya nasê wî Zerkeriya Xelfo bû û koçber e. Tevî ku berê welatî Hisên Qirş da ku li mala nasê xwe yê koçber bijî 1000$ dabû milîsan, ew qewitand û mal desteser kir.
Ev bûyer di çarçoveya biserîkirina prosesên standin û desteserkirin mal û milkên sivîlên Kurd de tê. Bi bihaneya ku milîsan malên koçberên Efrînê ji xwe re veguherandin navendin leşkerî yan jî xwediyên çekdaran ên niştedagîr tê de bi cî bûn, rê li pêşiya vegera sivîlên Kurd ji Efrînê re girtin.