Bi dîmen…cara yekem li gundewarê Efrînê pevçûn di milîsan û leşkerên dagirkeriya Tirkî de derdikevin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera a gundewarê Efrînê ragihand ku roja Çarşemê li navçeyê di navbera milîsên “Sultan Mûrad” û leşkerên dagirkeriya Tirkî de pevçûn derketin.

Li gorî nûçegihan hinek çekdarên “Sûltan Mûrad” razî nabin ku weke kujerê bi pereyan biçin Lîbya û şer bikin, ji ber vê yekê hejmareke çekdaran xwe ji nava milîsan vekişandin.

Nûçegihan teqez kir ku ev cara yekemîn e, di navbera milîsên “Sûltan Mûrad” û leşkerên dagirkeriya Tirkî de li gundê Çema yê navçeya Şera pevçûn derdikevin. Heta niha tansiyon di navbera wan de berdewam e û bîlançoya zirara her du aliyan ji pevçûnê nehatiye zanîn.

Li gorî agahiyên nû yên ku Afrinpostê bi dest xistine, dagirkeriya Tirkî hewl dide ku hemû çekdarên “Sûltan Mûrad” ku derdora 2000 çekdar e bişîne Lîbya da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin.

Di vê çarçoveyê de rûpelên nûçeyan ên ji çekdaran re alîgir in, anîn ziman ku komek ji sermilîsên“Sûltan Mûrad”  ji ber nakokiyên wan li gel sermilîsên wan ên payebilind dest ji kar berdan û ew jî ev in: Ebû Welîd El-Izî, Erabe Idrîs, Ebû Bîlal Henîş, Ebû Muhaned El-Hur, Fadî El-Dêrî

Nûçegihanê Afrinpostê 25’ê Nîsanê ragihandibû ku dagirkeriya Tirkî milîsên “Firqeya Sûltan Mûrad” kom bi kom neçarî çûna Lîbya kiribû. Ji ber vê yekê di nava refên milîsên “Firqeya Sûltan Mûrad” û “Feyleq El-Ruman” de nerazîbûn û hers derket ku çekdarên “Firqeya Sûltan Mûrad” li nava kolanên bajarê Efrînê digeriyan û nîşaneyên nerazîbûn û hêrsê li rûyê wan xuya bûn.

Di heman çarçoveyê de milîsên “Feyleq El-Ruman” jî piştî ku dagirkeriyê pere li ser wan qut kirin, çekdarên xwe neçarî çûna Lîbya kirin. Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dagirkeriya Tirkî bi rêya qutkirina pereyan li ser milîsan wan kontrol dike û li gorî keyfa xwe tevdigerîne.

.

Related posts