Bi wêne … koçberiya neçarî jiyana zarokên Efrînê li kampên Şehbayê zehmet û dijwar dike

Afrinpost-Taybet

Saleke din di ser koçberên Efrînê re li Şehbayê bi zor û zehmetî derbas dibe. Bi rêya wêneyên ku Afrinpostê ji kampên koçberên Efrînê girtine, bêtir rewşa wan nas dibe.

Şêniyên Efrînê ne tenê êş û zehmetiya koçberiyê li herêmên Şehbayê dikişînin lê belê debara jiyanê ya rojane, êş û azarên wan girantir kiriye. Şênî di dabînkirina sadetirîn aktorên jiyanî de weke anîna avê ji depoyan bo kampan û heta rûpîvanên lîstina zarokan di hundirê kampan de bûye xewn û xeyala wan.

Zarok di salên xwe yên pêşîn de biderbiderbûnê re rûbirû dimînin. Jiyana penaberiyê gelekî bi wan zor e, ew tehliya koçberiya neçarî rojane hîs dikin.

Koçberiya neçarî ne tenê zarokên Efrînê ji lîstinê bêpar hiştin her wiha barê wan ê jiyanî zehmet kir ku beşeke ji wan bi dabînkirina avê ji konên xwe re mijûl in û beşeke din jî ji bo barê malbata xwe sivik bikin û pêwîstiyên jiyanî li gel malbata xwe peyda bikin karên cuda dikin.

Zarok ji dibistanên xwe bêpar man, êdî pirtûkên xwe dixin tûran û di hundirê kampan de perwerde û xwedina xwe bi derfetên herî kêm û bi dijwarî dewam dikin.

Ew ji xwe re bi lîstikên sade û taqlîdî dilîzin weke komkirina keviran û axê yan jî ji xwe re wêneyan li ser axê xêz dikin.

Li herêmên Şehbayê û kampên wê her wiha li navçeya Şêrawayê jî bi deh-hezaran ji koçberên Efrînê dimînin û di nava şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin. Bi wê tenê namînin lê belê rojane ji aliyê dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî ve têne topbarankirin.

Di nava salekê de dagirkeriya Tirkî û milîsên wê çend komkujî bi serê wan anîn û bi dehan ji zarokên Efrînî bûn qurbaniya topbarana dagirkeriyê.

2’yê Berfanbara 2019’an dagirkeriyê li bajarokê Til Rifetê komkujiyek pêk anî û di encama wê de 10 zarok şehîd bûn û bêtirî 12 kesan jî birîndar bûn.

Di 29’ê Çileya 2020’an de dîsa dagirkeriya Tirkî bajarokê Til Rifetê topbaran kir û di encamê de zarokek bi navê Nadir Ehmed ê 5 salî şehîd bû û zarokekî bi navê Mihemed Hec Îsa yê 8 salî birîndar bû.

Di 15’ê Sibatê de ji ber topbarana milîsên Îslamî li ser gundê Başemrê yê navçeya Şêrawayê jinek bi navê Sêvîn Nebo û zaroka wê Hemîde Qasim a 8 salî birîndar bûn.

Di 26’ê Sibatê de jî di encama dagirkeriya Tirkî û çekdarên wê yên bi navê “Ceyş El-Hur” de malbateke Kurdî bi temamî ku ji gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê koçberî Şêrawayê bûbûn şehîd bûn. Wê demê welatiyê Kurd Izet Hesen û hevjîna wî Fatme û keça wan Siruşt a 12 salî bûn qurbaniya hovîtiya dagirkeriya Tirkî.

Related posts