Serkirdeyekî kurd: napejrînin (qebûlnakin) ku Herêma Ewle bi destê Tirkan be

AFRINPOST

Piştî Twitta serokê U.S. Trump, ku wî di derbarê Herêma Ewle de, bi Erdoganî re axiviye û Erdoganî jî daxuyaniyek da ye ku ew pirojeya “Herêma Ewle” gaveke erênî dibînin û ragihand ku ew ê di 23ê çile de li gel Putînî serokê Rosiya di derbarê heman pirojeyê de gotûbêjan bike.

Ji aliyê xwe ve berpirsyarê têkliyên derve yê “Tev-DEM”ê Aldar Xelîl karvedanek (reaksiyon) bi ajansa “ANHA” re parve kiribû: “ger pirojeya Herêma Ewle ji bona parastina ewlehiyê li Bakurê Sûriyê be, wê demê em dikarin bêjin ku siyaseteke dirust li beramberî Bakurê Sûriyê tê birêve birin, lê belê ger li dijî herêmê be, dê gotin jî were guhertin”.

Herwisa Xelîl diyar kir ku daxuyaniyên dewleta Tirk ê dagîrker di derbarê Herêma Ewle de, ku dibêjin ew ê serpereştiya evê pirojeyê bike, dê ne di parastina ewlehiya Bakurê Sûriyeyê de be, berovajê dê ji bona jinavbirina Kesên ku ew herêm parastine be, di evî rewşî de dê herêm tûşî (rastî) metirsiya dagîrkeriyê bibe.

Berdewan Xelîl anî ziman: „ku ger pêkhate û aliyên Siyasî yên Sûriyê bikaribin bigihêjin çareseriyekê, dê rê li ber dewleta Tirk û aliyên din were girtin, da destêwerdanê di karûbarên Sûrî de neke.

Navborî bal kişande ser wê yekê, ku ger Herêma Ewle bi serpereştiya navdewletî were kirin û bi rengekî rasteqîn li hemberê geflêxwerinên Tirkiyê were rawestandin, dê riya gotûbêjîkirinê di navbera rêveberiya Bakur û Rojhelatê Sûriyê û Rêjîma Sûriyê hêsan be, ewê demê gelê Sûriyeyê dê çareseriyekê ji bona aloziya Sûriyê bidest bixe.

Di heman demê de Xelîl nerazîbûna (nepejrandin) xwe li hemberê, rêvebirina dagîrkeriya Tirkiyê ya Herêma Ewle, da û got: “me ji Amerîka xwastiye ku ji me re pirojeya Herêma Ewle zelal bike, eger U.S. got Tirkiyê dê birêve bibe, em ê wê yekê nepejirînin, tenê herêmeke Ewle di bin siya Neteweyê yekbûyî yan Hevgirtina Navdewletî de em qebûl dikin”.

Related posts