Li taxa „Mehmûdiyê“ yê Efrînê/Rojava teqîn

AFRINPOST

Çalakvanên herêmî berî bîstekê ragihandin ku îşev teqînekê li navenda Efrînê nêzî navenda berê yê asayîşê li taxa „Mehmûdiyê“ rûdaye, tê pêşbînîkirin ku ew teqîn di encama teqandina bombeyekê di tirimbêleke „Hoyundai“î de encam daye.

Herwisa tora çalakvanên Efrînê ragihandin ku teqîna li taxa „Mehmûdiyê“ bi armanckirina xaleke çeteyên milîsên îslamî (Firqat Elhemzat) yên dagîrkeriya Tirkiyê bû, herwiha kuştî û birîdar jî di nava çeteyan de hene.

Çalakvanan Vîdiyoyek weşendin têde diyar dibe ku çawa tirimbêlek bi temamî hatiye şewitandin, û tevlehevî ketiye nava çete û Niştedagîran.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja dagîrkirina Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ve, bi awayekî rojane metirsî li ser jiyana xelkê çêbûye.

herwisa gelek Efrînî jî bûne qurbana şerê çeteyên îslamî, ku ji bona dizîna milkê Efrîniyan û berfirehkirina desthelatdariyên xwe şerê hevûdu dikin.

Related posts