Milîsên “Sultan Mûrad” bacên sepandî li ser xwediyên firoşgehên bazirganiyê li bajarê Efrînê duqatî kir

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur” naskirî ne, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî de, debara jiyanê ya sivîlên Kurd ên li Efrînê mane dijwar dike. Da ku Kurd rûbirû bi feqîrtî û xizaniyê re bimînin, bacan li ser wan giran û zêde dikin her wiha wan bi rêya binpêkirinan asteng dikin ku di encamê de ji Efrînê bidin koçberkirin û li şûna wan niştedagîrên xwe bi cî bikin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Firqeya Sûltan Mûrad”, bacên sepandî li ser firoşgehên bazirganiyê yên li herêma wê, bi bihaneya dabînkirina parastinê ji xwediyên firoşgehên bazirganiyê re, zêde kirin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsan 8 hezar lîreyên Sûrî li ser her firoşgeheke li herêma jêr kontrola wê sepand ku ew herêm jî di nava xwe de Sûka Hal a Kevn, kolana Zeyt, kolana El-Tecnîd û kolana El-Nofotê digire.

Berê milîsan 4 hezar lîreyên Sûrî li ser her firoşgehekê sepandibû lê belê bi bihaneya bilindbûna nirxê dolar beramberî lîreya Sûrî, bac li ser xwediyên wan duqatî kir.

Zêdekirina bacan di çarçoveya biserîkirina prosesên desteserkirin û zordariyê de tê ku milîsên Îslamî li piraniya gundewarên Efrînê bi rêya desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê yên derveyî bajêr û bi bihaneya ku êdî ew xanî bûne navendên leşkerî yên milîsên Îslamî yan jî niştedagîr lê bi cî bûne, rê li pêşiya vegera sivîlên Kurd ji cih û warê wan re girt.

Related posts