Çawa rêxistinên alîkariyê di bin sîwana dagirkeriya Tirkî de bi nijadperestî nêzîkî Kurdan dibin?

Afrinpost-Taybet

Rêxistinên alîkariyê yên ku di bin sîwana dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê bi nijadperestî nêzîkî sivîlên Kurd  dibin ku her tiştî didin niştedagîran û li ser Kurdan jî bi bihane û hincetên cuda qedexe dikin.

Di teqîna dawîn a li pêşiya sûka gelêrî li bajarê Efrînê pêk hat de, rêxistinên alîkariyê ji bo her malbateke qurbaniyên xwe di vê teqînê de hebûn 1000 € pêşkêş kir lê ji bo malbatên Kurd tevî ku 9 welatiyên Kurd bûn qurbaniyên vê teqîna terorîst, ti alîkarî nedan wan.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê li herêma Efrînê ya dagirkirî 34 rêxistin kar dikin û hemû jî bi talîmat û fermanên dagirkeriya Tirkî û çekdarên Ixwan Mislimîn tevdigerin.

Helwestên nijadperestî û bihane da ku alîkariyê nedan Kurdan

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê hemû karmendên rêxistinan ji niştedagîran e û tenê çend kes ji şêniyên herêmê yên resen di wan rêxistinan de kar dikin.

Di vê çarçoveyê de, welatiyeke Kurd bi navê Yesmîn(ne navê resen e) ku li Efrînê di rêxistinekê de kar dike wiha dibêje: Hevala min ji min re got ku tenê wê di rêxistineke alîkariyê de kar dikir. Rêxistina wan xwestin ji projeyekê derbasî projeyeke din bibin lê belê karmendên niştedagîr razî nebûn ku wê bi xwe re bibin û ji ber vê yekê dest ji kar berda û wiha dewam dike; rojekê endamên rêxistinê li navçeya Mabeta derketibûn gerekê û ez jî di nava karmendên niştedagîr de bûm, min li hin deriyên malên Kurdan da, da ku alîkariyê pêşkêşî wan bikim lê belê ji ber astengiyên ku karmendan ji min re derxistin, ez sekinîm û min nikarî ti alîkarî pêşkêşî wan bikira.

Yesmînê di nava axftina xwe de diyar kir ku rêxistin li hemberî Kurdên li Efrînê mane bi nijadperestî dixebitin, ew bi zanabûn bi bihaneyên ku kurd li Efrînê xwedî mal û milk in û tevî ku her kes dizane ku milîsên Ixwan Mislimîn û xwediyên wan ên niştedagîr mal û milkên sivîlên Kurd talan kirin, destê alîkariyê pêşkêşî kurdan nakin û wiha axaftina xwe bi dawî kir; rêxistinê gelek karmendên Kurd bi hinceta ku 2 kesên nasên hev qebûl nakin, ji kar bi dûr xistin.

Bi belgeyan hat aşkerekirin ku dema artêşa Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn herêma Efrînê dagirkirin,  çawa mal milkên Kurdan li pêşiya çavên dunyayê dizîn û talan kirin. Her tiştê ku bi ber çavên wan ket dizîn û tiştek ji sivîlan re nehiştin û tevî wê yekê jî rêxistinên mirovî û alîkariyê bi vî rengî nêzîkî kurdan dibin. 

Related posts