Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, sûcên revandin û binçavkirinê weke navgîneke şantaj, fişar û astengkirinê derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de, berdewam dikin. Armanca milîsan ew e ku Kurdan ji Efrînê koçber bikin û li şûna wan malbatên niştedagîr ê çekdarên xwe yên ji bajarên cuda yên Sûriyê anîne, bi cî bikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şiyê ragihand ku milîsên “Sultan Silêman Şah” bi nasnav El-Emşat, gefa qewitandinê li jinepîreke Kurd xwar.
Kurê jinepîra Kurd ê bi navê (S.A.H) li bajarê Efrînê di saziyeke xizmetguzariyê de dixebite.
Nûçegihan teqez kir ku milîsan 2000$ ji wî xwest û eger pere nedan milîs dê dayîka wî ya bi tena sere xwe li Şiyê rûniştiye, biqewitînin.
Navgîneke çapemeniyê bi ser Opozisyona Sûrî ve ku li Efrînê komîteyên aborî têne avakirin.
Navgînê ji çavkaniyên xwe bi bîr xist ku karê van komîteyan ji Efrînê dest pê kir. Çekdarên komîteyên aborî serjimariyek ji firoşgehên bazirganiyê re çêkir û bacên mehane di navbera 30 heyanî 100 hezar L.S li ser xwediyên wan sepandin.
Çavkaniyê bal kişand ser çiqasiya pereyan û got ku li gorî cih, rûpîvan û xwediyê firoşgeha bazirganiyê bac tê sepandin û eger firoşgeha bazirganî xwediyê wê şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk be, komîteyan milîsan desteser dikin û didin milîsên ku wê herêmê kontrol dikin.
Tê zanîn ku milîsên Îslamî bi hinceta bidestxistina pereyan û koçberkirina sivîlên Kurd ji Efrînê, wan bi peywendiya bi QSD’ê re tawanbar dikin. Bi vî şêweyî mal û milkên koçberên Efrînê desteser dikin û ji xwe re an difiroşin an jî bi kar tînin.
Ta niha rêjeya koçberên Efrînê ji 75% ku hinek ji wan di pêvajoya şer de û yên li Efrînê mane û lê vegeriyane, ji ber sûc û binpêkirinên ku milîsên Îsalmî derheqê wan de dikin, koçber bûn.