Afrinpost-Taybet
– Kuştina 2 welatiyên temen mezin (Fatme Kinê û Elî Mihemed Ehmed) xortekî Kurd bi navê Betal Hesen Elî li ser destên milîsên dagirkeriya Tirkî
– Herî kêm belgekirina 46 rewşên revandinê
– Rûxandina cihên naskirî yên berê û avakirina xanî û kampan bi şêweyekî tevlîhev ji bo wendakirina nasnameya herêma Kurdî(Efrîn)
– Qewitandina karmendên Kurd û li şûna wan erkdarkirina niştedagîran di hemû saziyên xizmetguzariyê yên berê û yên dagirkeriyê li herêma ava kirine
– Milîsên dagirkeriya Tirkî bi armanca dagirkirina herêmên Şehbayê, teqîneke terorîstî li pêşiya sûka gelêrî ya bajarê Efrînê ku 73 welatî di nav de hejmarek ji sivîlên Kurd bûn qurbanî, pêk anî.
– Teqîna terorîstî ji gelek aliyên Kurdî ve hat şermezarkirin. Hêzên Sûriya Demokratîk daxwaza lêpirsîneke navdewletî kir û banga derketina dagirkeriya Tirkî û ajanên wê ji Efrînê kir.
– Berdewamiya desteserkirina mal û milkên koçberên Efrînê bi bihaneya alîgirtiya wan ji QSD’ê re her wiha ajanên dagirkeriyê ji bo desteserkirina giştî ya erzaqên koçberên Efrînê xwe amade dikin.
– Bêtir sepandina bacan hem li ser xwediyên firoşgehên bazirganiyê û hem jî bi bihaneya peydakirina parastinê ji şêniyên gundewarê Efrînê
– Bi armanca astengkirina sivîlên Kurd û koçberkirina wan, milîsên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” bihane û hincet peyda kirin
– Niştedagîrên El-Risten û yên gundewarê Hemayê li ser desthilata “polîsên sivîl” ketin nava dijberiyê ku di encamê de niştedagîrek ji gundewarê Hemayê(nasê sermilîsê El-Emşat) li şûna yekî ji El-Ristenê hat erkdarkirin
– Girekî şûnwarî li gundê Erebo yê navçeya Mabeta, sê cihên dîrokî li navçeya Şera, rûxandina qubeya mezar Şêx Elî yê Êzdî li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê, hewldana vedan û kolanê cihekî şûnwarî li dorhêla gundê Kefer Mizê yê navçeya Şer ku ji aliyê gel ve hat redkirin
– Berdewamiya şandina çekdarên Ixwan Mislimîn ji Efrînê bo Lîbya ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve ku herî kêm 400 çekdar ji bo şandinê tên amadekirin
– Bi belge herî kêm 19 termên çekdarên “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” ji Lîbya gihîştin Efrînê
– Bêparhiştina Kurdên Êzdî ji cejn û rîtualên xwe û rûxandina mezarên wan ên şûnwarî
– Revandina çekdarên Daiş’ê ji herêma Bab, Cerablus û Idlibê û bicîkirina wan li Efrînê ku bûye stareya tundrawan