Afrinpost-Taybet
Welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Izet Çîlo yê 54 salî, roja Şemiyê 2’yê Gulanê di otomobîla xwe de li mala xwe ya li gundê Sariya ya navçeya Mabetayê bi şewatê jiyana xwe ji dest da.
Hinek kes nêzîkî rihmetî ji Afrinpostê re axivîn û wiha gotin; nakokiyeke tûj di navbera malbata Çîlo de derket, ji ber vê yekê welatî Mihemed benzîn li otomobîla xwe ya li hewşê kir û tê de rûnişt, piştre agir pê xist ku di encamê de pêre şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Lê belê çalakvanan angaştin din jî ji bûyerê bi dûr nexistin ku milîsên dagirkeriya Tirkî bi şewitandina wî tawanbar kir.
Heta niha Afrinpostê nikarî derbarê bûyerê de ti belge bi dest bixistana ku tenê malbata wî wiha weke ku li jor hatiye bibîrxistin dibêje.